Mesrûr Barzanî û McGurk behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kir
penase ♦ 2017/06/15 ♦ Leave a comment
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Washingtonê li gel nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê Breet McGurk civiya.
Di civînê de Mesrûr Barzanî û McGurk behsa şerê li dijî terorîstên DIŞIê û têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kir.
Weke tê zanîn beriya çend rojan şandeke Kurdistanî bi Serokatiya Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê kiribû û di yekem çalakiya xwe de, şanda Kurdistanî li gel hijmareke berpirs û rayedarên Amerîkayê de civiya û pişt re jî Serokê şanda Kurdistanî Mesrûr Barzanî li panelekî de ku ji aliyê navendeke steratejîk ve hatibû organîzekirin, semînarek pêşkêş kir û behsa rewşa Rojhilata Navîn, şerê dijî DIŞIê, rewşa Îraqê, Kurdistan û herwiha hewldanên Kurdistanê bo pêkanîna refrandûma serbixweyiya Kurdistanê kiribû.
Related
- Posted in: masrour barzani
- Tagged: barzani, dhok, erbil, hawler, kurd, KURDISTAN, masroor barzani, masrour barzani, massrour barzani, mesrur barzani, peshmarga, solimaniye, كۆماری كوردستان, كورد, كوردستان, مهسرور, مةسرور بارزاني, مسرور بارزانی, مسرورالبارزانی, ههولیر, ههریم, هولیر, کوردستان, کردستان, بارزان, بارزانی, دهوک, عراق